Vî çendî ji xwe dipirsim; dinya cîheke çawa ye? Bi vê pirsê re li xwe hayê dibim, aniha li dinyê me. Ev pirs axlebe wiha tê pirsîn; gere ev dinya cîheke çawa be? Lewma bi min pirs ji dinyê dûr e.
Dixwazim bipirsim; tê "gere" ya wê çi bike? Ma ne ji bo tu zanibî "gere cîheke çawa be" divê tu ewil zanibî aniha û vê kêliyê çi ye û cîheke çawa ye? Beriya çawayê esil "çi" tê? Lê ne xem e "çawa" ya me "çi" yê jî di nava xwe de dihewîne. Qe nebe em bi wê mebestê dipirsin. Lê "gere"? Mebesta pirs a "gere dinya cîheke çawa be" çi ye bi we? Bi min ewila ewil ne qayîlbûn e. Çima? Çimkî gere ne aha be lê gere wiha be. Çimkî; dêmeg 'nememnûnbûnek' min heye. Çimkî ez ji xwe razî me lê ji dinyê ne razî me. Çimkî ez mezin im û xwe di ser dinyayîbûnê re digirim. Te dî qaşo ez însan im ya? Te dî gere di ser min re tiştek tune be? Lewma ye ev pirs pirseke talûke ye.
Li aliyê din em bibêjin berî "gere"yê bi pirsa "çawa û çi"bûnê va ye min fam kir dinya cîhekî çawa ye, dîsa jî ev yek mafê pirsa "gere dinya çawa be"yê nade min. Ez dixwazim bibêjim dinya çi be ew e oxlim, tu mecbûr î qebûl bikî. (Li vir qesta min ne rewşa sosyolojîk e, tîqqat.) Wekî pirê caran li vir jî problema mezin ji ziman destpêdike. Qe niza pêşiyan digotin; "gere mere karibe bi zimanê xwe" dibe behsa vî tiştî dikirin? Ne bawerim. Ev ji ku derket îja loo? Binêrin mîsal, li vir min bi zimanê xwe nikaribû. Xerîb e heqet mere bi rastî jî dikare bi zimanê xwe? Nizanim. Bi min ji bo mere karibe divê mere di ber de qut bike. Heqet bela ye carina. Heta ji ewkê mere belatir e. Aha însan jî tiştekî wiha ye. Bi qelsiyên xwe re heye. Heqet qelsî çi bû lo? Nefs? Zeef? Na. Ne bawerim. Ew çawa em çi bikin jî dinya ev be, bi heman awayî em xwe biçirînin jî emê ev bin. Însan yanî. Dibêjim qey ez aniha şîretan dikim. Biborin ev jî qelsiyek min e. Lewma divê ez di cîh de derbasî meseleyek din bibim.
Erê, va me, îja li vir im. Yanî li meseleyek din. Wê roja hezîranê (pûşperê) em derketin ser rêyan. Ji nedîtî. Di hişê min de ev hebû; ezê îro herim Şikeftên Birkleyn. Li ser rê min havelek rahiştê. Em ji Mêrdînê gihan Diyarbekir. Li wir me rahişt du hevalên din. Em bi ser rê ketin.
Gotin; emê herin ku derê?
Min go; Şikeftên Birkleyn.
Gotin: Wehh. Ma wanî dibe?
Min go: Çima nebe?
Gotin: Bê hazirî? Ma mere berê nabêje?
Min go: Va min go...
Gotin: Law hema ji planekî hema ji xwarinekê?
Min go: Aha dinya cîheke wiha ye. Werin em îro li dinyê vegerin?
Gotin: Em li malê vegerin wê çêtir be?
Min go: Yên dixwazin vegerin rê zanin.
Wê rojê kes venegeriya. Em bi hev re çûn û bi hev re vegeriyan. Kî li çi vegeriya nizanim. Dibe dinya ne cîheke wiha be jî. Yanî her çûn bi veger. Her veger bê tevger. Her tevger bênavber. Yanî. Wiha.


